Hilbijartina Serokkomariyê ya tûra duyemîn destpêkir

Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê îro ye.
Hilbijartin di navbera şefê faşîst a Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglû de bê kirin.

Ji bo hilbijartina Serokkomarê ku li Tirkiyeyê 5 salan welêt bi rê ve bibe..

60 milyon û 769 hezar û 268 hilbijêr wê deng bidin.

47 hezar û 523 hilbijêr li vê hejmarê hate zêdekirin ku di navbera tûra destpêkê û tûra duyemîn de bûn 18 salî.

Hilbijêr wê bi yek pûsûla û yek zerfê dengê xwe bidin.

Dengdan wê heta saet 17’an dewam bike.

Piştre jî heta saet 21’ê wê qedexeyên hilbijartinê di meriyetê de bin.

Eger Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) pêwîst bibîne, wê qedexeyên li ser hilbijartinê karibin saetek berê bêne rakirin.

Hilbijêr wê tenê karibin li sindoqa di tûra destpêkê de deng dan, careke din dengê xwe bi kar bînin.

Dengdan wê li 191 hezar û 884 sindoqan a li tevahiya welêt bê kirin.

Zeynep Oduncu: Em desthilatdariyek ku jinan tune dihesibîne nas nakin

 

Back to top button