Belê, Sibe dîsa wê bi milyonan herin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Parlamenterên partiya Çepên Kesk bang li tevahî beşên civakê kirin ku dengê xwe li dijî desthilatdariyê bi kar bînin.
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Oduncu der barê tura duyemîn de axivî.
Zeyneb da zanîn ku ew ji bo zihniyeta yekparêz bişînin dixebitin û ev tişt got:
Em desthilatdariyek ku jinan tune dihesibîne nas nakin.
Heger em li rewşa jin, ciwan, betal û aliyê civakî binerin. Gelek sedemên ku ev desthilatdarî bê şandin heye.
Divê êdî ev siyaseta qirêj ya 21 salî bidawî be.
Ozgul Sakî: Em bi têkoşîna jinê hatin vê astê
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî jî diyar kir ku wê ji bo jinên mafê jiyana wan hatine xespkirin li meclîsê têbikoşin û wiha anî ziman:
Gelên bi salane li dijî polîtîka talan, binpêkirin û qetlîamên AKP-MHP’ê têdikoşin bi vê xeta têkoşînê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bersiva xwe carek din dan.
Partiya Çepên Kesk bi nûneriya wekhev di parlamentoyê de cih digire û wisa hêsan em nehatine vê astê.
Em bi têkoşîna jinê hatin vê astê.
Ji sindoqan çi encam derdikeve bila derkeve em ê têkoşîna xwe bidomînin.”