Pervîn Bûldan û Ahmet Turk li Amedê bi gel re civiyan

Di roja dawî ya xebatên hilbijartinê re ji bo rejima qirker, nijadperest a Erdogan têk biçe, bangawaziya çûyîna sindoqan hate kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk gotin jî serdana gel kirin û gotin: “Divê gelê Kurd bê dudilî biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derbikevin.”

Hevseroka Giştî ya HDP Pervîn Bûldan û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di çarçoveya xebatên tûra duyemîn a hilbijartinê de li Amedê bi rûspiyên civakê re civiyan.

Ahmet Turk: Divê em bê fikar xwedî li sindoqan derbikevin

“Em ê sibe biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Di demên dawî de li ser netewe-perestiyê nîqaş hene û ev yek jî di serê gelê me de fikaran çêdike.

Hewce nake em bikevin nava fikaran û divê em xwedî li dengên xwe derkevin.

Pervîn Bûldan: Ev hilbijartin tê wateya guhertina qederê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî têkîldarî heman mijarê ev tişt got:

“Tûray duyemîn a hilbijartina serokkomariyê firsendeke dîrokî ye û wê bibe tercîha diyarkirina qederê.

Em ê sibe ji du kesan yekî hilbijêrin. Divê ev tercîh li dijî zilm û zextên AKP’ê yên 21 salan were kirin.”

Bûldan diyarkir ku em îdia nakin ku heke serokkomar biguhere wê di nava du rojan de pirsgirêkên me bên çareserkirin.

Lê ji bo çareserkirinê bi rêyên demokratîk, ji bo ku em bikarin rêyeke nû, jiyaneke nû û qadeke nû ya têkoşînê ava bikin wê derfetek be.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Hêz û hêviyê me heye

Back to top button