Ji bo hilbijartinê AKP di havînê de dest bi belavkirina komirê kir

Piştî ku hilbijartina serokkomariyê bo tûra duyemîn ma, AKP’ê li Mêrdînê dest bi belavkirina komirê kir.

Hikûmeta AKP-MHP ya faşîst ku di hilbijartinan de tevî hîleyan biserneket û tekçû, fenên xwe didomîne.

Alîkariya komirê ku di demsala zivistanê de li Mêrdînê nehat kirin, piştî meha gulanê nîvî bûy hate kirin.

Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî, ji saetên serê sibeha îro ve li navçeyên Nisêbîn û Qoserê ên Mêrdînê dest bi belavkirina komirê kir.

Hat zanîn ku endamên weqfê tûrikên komiran di danin ber deriyê malên welatiyan.

Şêniyên bajar, komira ku di nîva meha gulanê de tê belavkirin weke “xebata hilbijartinê” nirxand.

Back to top button