Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de derket holê ku dengên Partiya Çepên Kesk ji aliyê saziya hilbijartinê ya Tirkiyê YSK’ê ve di serî de ji MHP’ê û pêkhateyên tifaqa Cumhur re hatiye nivîsin.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi rêka saziya hilbijartinê YSK’ê dengên partiya çepên kesk li ser navê partiya faşîst a MHP’ê nivîsand.
Ji doh ve yek bi yek belgeyên diziya desthilata faşîst derdikeve holê.
Li bajarê Mêrdîn navçeyên wî Artuklu, Nisêbîn, Qoser, dengên partiya çepên kesk ji bo MHP’ê hatin qeydkirin.
YSK’ê dengê Kurdan li ser navê partiya faşîst MHP’ê qeyd kiriye
Li navçeya Siwêregê ji sedî 8,39 dengên çartiya çepên kesk hatin betalkirin
Li 17 sindoqên li navçeyê rayên Partiya Çepên Kesk sifir hatin nîşandan.
Di sindoqek ku 156 ray hatine qebûlkirin, ji AKP’ê re 155 ray hatine nivîsandin.
Li bajarê Aydinê dengê Partiya Çepên Kesk hatiye dizîn
Li navçeya Efeler a bajarê Aydinê yê Tirkiyê jî di 4 sindoqan de jî 18 hezar dengên partiya çepên kesk ji AKP’ê re hatine nivîsan din.
CHP: Di 7 hezar 94 sandoqan de dengê me hatiye dizîn
CHP’î jî bi daxuyaniyek ragihand ku wan di 7 hezar 94 sandoqan de dizî tespîtkirine û li dijî vê yekê îtrazê YSK”ê kirinee.
Ji bo Îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye
Ji bo îtîrazên li dijî daneyên YSK’ê, biryarên lijneyên sindoqan û girtekên yekkirinê îro roja dawî ye.
Heta êvarê gelo YSK’ê çiqas bersiva van îtrazan bide jî ew jî cihê gumanê ye.
Ji aliyek din ve
Desteya HDP û Partiya Çepên Kesk: Divê di tura duyem de her kes biçe ser sandoqan
Desteyên Rêveber ên HDP û Partiya Çepên kesk civiyan hilbijartin nirxandin û encama civîna xwe ji raya giştî re parvekirin.
Desteyan diyar kirin ku bi têkoşîna gelên kurd wan nehiştiye desthilata faşîst a yek zilam di tura yekem de encam bigre.
Emê dawî li faşîzma yek zilamî bînin
Desteyê ji bo tura duyemîn bang hemû alîgirê xwe kir û got:
Ji bo darbeya dawî li rejîma yek zilamî were xistin divê gelê me biçin ser sandoqan
Em dikarin hilbijartinên serokkomariyê bikin destpêkeke nû.”