Bi destê Saziya Hilbijartinê YSK’ê dengê Kurdan hatin dizîn

Dengên Partiya Çep a Kesk li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di serî de ji bo MHP û tifaqa Cumhur hat nivîsin. Li ser vê li ser twîtterê etîketa #YeşilSolPartininOylarıNerede bû rojeva sereke.

Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de derket holê ku dengên Partiya Çep a Kesk ji aliyê saziya hilbijartinê ya Tirkiyê YSK’ê ve di serî de ji MHP’ê û pêkhateyên tifaqa Cumhur re hatiye nivîsin.

Der barê mijarê de îtîraz hatin kirin û li ser twîtterê jî bi hastaga #YeşilSolPartiOylarıNerede bû rojeva sereke.

Partiya Çep a Kesk jî bi etîketa #YeşilSolPartiOylarıNerede daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di sedan sindoqî de dengên me bi destê YSK’ê ji partiyên din re hatine nivîsin.

Hevalên me îtîraz kirine. Divê YSK ya bi ewlehiya hilbijartinan pesnê xwe dide demildest vê sextekariyê sererast bike.”

Partiya Çepên Kesk sindoqên ku dengên wê hatine dizîn, tespît kir-HAT NÛKIRIN

Back to top button