Prof.Paech: Parêzvanên mirovahiyê bi tenê mane

Zanyar û Profesorê Alman Norman Paech bêdengiya hêzên cîhanî û bi taybet a Almanya li dijî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.
Paech bi van gotinan bal kişand ser durûtiyê NATO û welatên Rojavayî:
Kurdan bi têkbirina DAIŞ’ê mirovahî rizgar kir.
Lê niha ew şervanên Kurd têne kuştin.
Ev yek jî li pêş çavên Amerîka û Rûsyayê tê kirin.

Pisporê siyaset û huqûqa navneteweyî yê Alman Prof. Norman Paech êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojavayê Kurdistanê, ji ANF’ê re nirxand.

Paech diyar kir ku endama NATO Tirkiyê salên dawî mafê mirovan û pîvanên navneteweyî binpê dike û got;

Tişta cihê şerm û mixabiniyê ew e ku êrîşên bêrehm ên li dijî gelê Kurd ji rêzê têne dîtin.

Eşkere ye ku dewleta Tirk bi êrişên dawî re xala 2’an a Peymana Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye.

Paech: Pêwîste NY û NATO bi erkên xwe rabin

Zanyarê Alman aliyê huqûqî yê li hemberî binpêkirina peymanê jî bi bîr dixe:

“Eger yek ji bendên Peymanê were binpêkirin, divê aliyê berpirsiyar li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were darizandin. Ji ber vê, erk û berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî û NATO’yê ew e ku êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Prof. Paech diyar kir ku gelê Kurd tevî pêkhateyên din li Bakur û Rojhilatê Sûrî pergaleke demokratîk ava kirine û got;

Kurdan bi têkbirina DAIŞ’ê mirovahî hemû rizgar kirin.

Lê mixabin niha dibin armanca êrişan.

Di vê rewşê de Amerîka û Rûsya ew bi tenê hiştin. Li pêş çavên tevahiya cîhanê êrişên dijwar li dijî Kurdan têne kirin.

Ev yek eşkere durûtiya NATO’yê û dewletên rojavayî jî radixe pêş çavan.

Paech: Herî zêde Almanya hevkariyê bi Erdogan re dike

Prof. Norman Paech siyaseta hukûmeta welatê xwe Almanya ya li kiryarên Tirkiyê jî wiha nirxand:

Di nava welatên rojavayî de, herî zêde Almanya hevkariyê li gel Erdogan dike. Eger Almanya bixwaze, bi pêkanînan cezayên leşkerî û aborî dikare dawî li êrişên Tirkiyê bîne.

Lê li şûna ku bi erka xwe rabe, sûcên dijmirovahiyê yên Erdogan re çavên xwe digre..

Herî dawî wezîra karê hundir Nancy Faeser bi gotina, divê di astekê de pêk were, êrişên Tirkiyê pejirandin.

Back to top button