Cenazeyê kesayetê welatparêz Hekem Xelo doh li cihê jidayikbûna wî li gundê Çolbistan yê Dirbêsiyê hat veşartin. Îro şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser berê xwe dan kon, sersaxî da malbata kesayetê welatparêz Hekem Xelo û bal kişand ser rola wî di parastina aştiya navxweyî û îstiqrara li herêmê de.
Doh hevserokê berê yê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo ji ber krîza dil wefat kir.
Îro Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser berê xwe dan konê sersaxiyê yê taxa Nasira ya bajarê Hesekê.
Beşdarên merasîma sersaxiyê, bal kişand ser rola Xelo ya nîştimanî di parastina aştiya navxweyî û îstiqrarê de.
Li bin konê sersaxiyê, kesên axivîn gotin: Hevrê Hekem Xelo ji nav me bar kir, lê ew bi ruhê xwe hîna bi me re ye.
Hevriyên Hekem Xelo: Wefata hekem xelo windahiyeke mezin e
Dost û Hevrêyên Hekem xelo jî diyar kirin ku “Wefata Hekem Xelo di vê demê de ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo Rêveberiya Xweser windahiyeke mezin e.