Hekem Xelo koça dawî kir

Îro yek ji stûnên bingehîn yê Rêveberiya Xweser ji nava me bar kir. 
Welatparêz Hekem Xelo di encama krîza dil de koça dawî kir.
Xelo yek ji kesên damezrîner yê Rêveberiya Xweser bû.
Ji bo sersaxiyê jî li taxa Nasira ya bajarê Helekê konê sersaxiyê tê danîn.

Kesayetê welatparêz û navdar..

Hekem Xelo di sala 1959’an li gundê Gola ya Dirbesiyê çavê xwe li dunyayê vedike.

Piştî ku xwendina xwe ya amadeyî li Dirbêsiyê temam dike, sala 1984 li zanîngehê beşê Endiziyara Avahiyê ya Helebê dixwîne.

Xelo piştî ku xwendina xwe bi dawî dike, ew di 40 saliya xwe dest bi karê siyasetê dike.

Ji ber kar û xeta wî ya siyasî, di serhildana 12’ê Adara 2004’an a li Qamişlo de, ji aliyê rêjîma Beaes ve, tê giritin.

Bi destpêkirina Buhara Ereban 2011’an ku çirûska wê giha Sûriyê jî, Hekem Xelo bi awayekî wêrek û eşkere dest bi karê xwe yê siyasî dike.

Her wiha Hekem Xelo yek ji kesayetê yekmîn yê damezrandina Rêveberiya Xweser e.

2014’an ew dibe yekemîn Hevserokê Meclisa Zagonsaz ya Kantona Cizîrê.

Herî dawî 05 Adara 2023’an, Hekem Xelo di encama kirîza dil de li Qamişlo koça dawî dike.

Hekem Xelo tevahî jiyana xwe da bo karên siyasî û civakî.

Lewma kesayetên mîna wî weke laş ji nav me ber dikin, lê ew bi nêrîn û xebatên xwe di nava civakê de zindî dimînin.

Ji bo sersaxiyê jî li taxa Nasira ya bajarê Helekê konê sersaxiyê tê danîn.

Back to top button