Nîjadperestên Tirk êrişî lîstikvanên Amedsporê kirin

Di her qada jiyanê de hebuna Kurdan tehemul nakin. Di lîstika fotbolê de jî nijadperstiya wan xwe da der. Li Bursa ya Tirkiyê, nîjadperestên Tirk êrişî lîstikvanên Amedsporê kirin. Di trîbunê de wêneyên Endamê Jitem’ê yên destê wan di rijandina xwîna gelê kurd de heyî hatin hildan.

Leyîstikek ji rêzê lê amadekariyek ne ji rêzê hebû.

Leyîstikvanên Amedsporê ji bo maça xwe ya li gel Bursasporê berê xwe da bajarê Bursayê.

Şevê din leyîstikavanên Amedsporê berê xwe dan hotela ku wê lê bimînin.

Di vê demê de, nîjadperesta li ber hotelê kom bûn û dest bi diruşmeyên nîjadperestî kirin.

Êrişên nîjadperest ên doh îro di lîstika maçê de veguherîn êrişên fîzîkî.

Leyîstikvanên Bursasporê exlaqê sporê dan aliyekê û bûn hevparê êrişa nîjadî.

Polîsên li stadê tu mudaxele nekirin û tenê temaşe kirin

Tevî ku li derdora sehayê gelek polîs hebûn jî, alîgirên Bursasporê lîstikvanên Amedsporê hedef girtin.

Polîsên rejîma faşîst yên ji bo ewlekariyê li wir bûn, tenê bi temaşekirinê re man.

dimenê diruşmeyan 7 sanî biherikînin.

Di dema êrişê de bi hezaran alîgirên li trîbûnan dirûşma “Lêxin, lêxin” berz kirin.

Êşkence li zarokê Amedsporî kirin

Mîna ku ev yek jî bitêrê nake, alîgirên Bursasporê bi darê zorê berstûhka tîma xwe dan destê zarokekî alîgirê Amedsporê.

Bi darê zorê jê xwestin ku berstûhkê bilind bike û dîmenên wê li ser medyaya civakî parve kirin.

Di heman demê de, alîgirên Bursasporê wêneyên endamê JÎTEM’ê ku bûbû sedema qetilkirina bi hezaran kurdan hildan.

Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir

Ev erişa nijadperest di medya dijîtal û raya giştî de rastî nerazîbunan hat.

Baroya Amedê piştî van êrişên nîjadî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kir û daxwaz lêpirsînê kir.

Parlamenterê CHP’î êrişa nîjadî şermezar kir

Parlamenterê Partiya Gel a Komarê CHP’ê Orhan Saribal jî têkildarî êrişa nîjadperest peyamek parve kir.

Saribal diyar kir tevî hişyariyan jî tevdîr nehatine girtin û êriş şermezar kir.

Wezîrê Karê Hindir ê Tirkiyê Soylu tevî hişyariyan jî ti tevdîr negirt

Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku weke dijminê gelê kurd tê naskirin, tevî hemû hişyariyan jî ti tevdîrên ewlehiyê negirt.

Soylu yê ku berpirsyariya xwe bi cih ne anî, piştî êrişên nîjadperest ên alîgirên Bursasporê daxuyanî da.

Soylu, bêyî ku qala êrişên nîjadperest bike got:

“Di maça li Bursayê de wêneyên ne li gorî sporê derketine holê.”

Back to top button