Rêveberiya Xweser û gelek partî û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sersaxî bo malbat û hevalên endamê desteya rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo xwest.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, Partiya Kesk a Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk, bi peyamên cuda, sersaxî bo malbat û kesûkarên Xelo re xwest.
Hekem Xelo îro 5 Adarê, di temenê 64’an de , di encama kirîzeke dil de, jiyana xwe ji dest da.
Di peyama Rêveberiya Xweser de wiha hat gotin:
”Bi xemgîniyeke mezin em nûçeya koça dawî ya kesayeta welatparêz, Hekem Xelo radigihînin.
Mamosta Hekem yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweser bû û yekemîn Serokê Hevbeş ê Meclîsa Qanûnsaz a Hemêma Cizîrê bû.
Piştre bû Şêwermendê Meclîsa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê desteya rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Em sersaxiyê ji xwe re, ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û ji malbat û hevalên wî re dixwazin”.