Berxwedana girtiyên azadiyê bi biryardarî dewam dike

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo di roja 232’an de dewam dike. Li Fransayê, di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de meşek hat lidarxistin.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya girtiyan bi biryardarî bi koma 47’emîn di roja 232’emîn de dewam dike.

Çalakiya piştevaniyê ya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, di roja 211’an de didome.

Li gel vê jî çalakiya grevê ya li kempa Lavrîo ya Yewnanistanê 194 roj li pey xwe hiştin.

Li Fransayê meşa ‘Werin cenga azadiyê’ hat lidarxistin

Li kêleka vê yekê çalakiyên li Ewropa û derveyî welat yên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan jî didomin.

Li bajarê Dragû-îgnanê yê Fransayê, di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de meşek li dar xistin.

Ciwanan di dema çalakiyê de belavokek xwendin û li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst bang kirin ku di çarçoveya “Werin Cenga Azadiyê” de dakevin qadan.

Back to top button