Welatiyên Silêmaniyê: Em bi dil û can heta mirinê bi gerîla re ne

Nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.
Welatiyên Silêmaniyê diyar kirin ewê heta dawiyê piştgiriya gerîla bikin..
Komeleya Ciwanên Welatparêz li bajaroka Hacîawa ya Ranyayê li dijî dagirkeriya Tirk Konê Berxwedanê veda û bang li hikûmeta Başûr kir ku dijî dagirkeriyê bikeve nava tevgerê.

Nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê ya dijî dagirkeriya Tirk ser xaka Başûr her ku diçe zêdetir dibe.

Welatiyên bajaroka Berdeqareman a Silêmaniyê ji ajansa Rojnewsê re axivîn û nerazîbûna xwe dijî dagirkeriyê nîşan da.

Welatiyê bi navê Ferhad Necmedîn got:

“Dewleta Tirk bi behaneya PKK’ê xaka Başûr dagir dike, desthilata herêmê jî bêdeng dimîne.

Armanca Tirkiye dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye û dixwaze sînorên dewleta Osmanî jinûve xêz bike û Kerkûk û Musilê jî dagir bike.”

Welatî Ferhad Necmedîn diyar kir ku ew wek welatiyek Başûrê Kurdistanê piştgiriyê dide gerîla ji ber ku gerîla li her çar parçên Kurdistanê welat diparêzin.

Ferhad Necmedîn daxwaz ji YNK’ê û PDK’ê kir ku dawî li fikra eşîrtî bînin.

Welatiyê bi navê Ako Hemîd jî ku pêşmerge ye hêvî ji PDK, YNK û aliyên din kir ku bi ti awayek şerê navxweyî dijî hev nekin.

Ako Hemîd destnîşan kir ku divê hemû aliyên Kurd dijî talankariya Tirkiyê helwestê nîşan bidin.

Ako hêviya serkeftinê ji gerîla re xwest û got, “Em jî li Başûr heta mirinê bi dil û canê xwe bi gerîla re ne û em ê wan biparêzin.”

Ciwanên welatparêz li bajaroka Hacîawa ya Ranyayê konê berxwedanê veda

Komeleya Ciwanên Welatparêz li bajaroka Hacîawa ya Ranyayê jî di çarçoveya kampanyaya “Werin Cenga Azadiyê” ku dijî dagirkeriya Tirk ragihandine, li ber Baxê Giştî yê bajaroka Hacîawa Konê Berxwedanê veda.

Di çalakiya ku wê du rojan berdewam bike de, pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan têne belavkirin.

Li ser çalakiyê endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz Hozan Raperîn axivî û got ku wek Ciwanên Welatparêz di salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê de wan dijî dagirkeriya Tirk kampanyaya “Werin Cenga Azadiyê ragihand.”

Hozan Raperîn bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin û gelê Kurd biparêzin.

Back to top button