Lîga Jin ya Kobanê li lîstikgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêc didome. Vê carê jî tîma Berxwedan û Kedkaran lîstin û tîma berxwedan bi sê û yek biserket.
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê di 29’ê Hizîranê de dest bi yekemîn Lîga jinê ku ji 7 tîman pêk tên kirin.
Lîga jinan di hefteya sêyemîn de li lîstgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêcê didome.
Maça ku di navbera tîma Berxwedan û Kedkaran de bû, tîma Berxwedan bi 3 li hember 1 golê bi serket.
Têkildarî mijarê, Endama Meclisa Werzîşê ya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê Mediya Mihemed axivî û got:
Ev cara yekemîn e ku xebateke bi vî rengî tê kirin, lîstikvan û temaşevanên maçê bi heyecaneke gelek mezin li lîstigehê kom dibin.
Dê di hefteya bê de tîma Firat li hember Wehde, tîma Perwerdeyê li hember Berxwedan û tîma Roşîn li hember Kedkaran bilîzin.