Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Hisên Ezam anî ziman “Ew amade ne bêyî şert û her dem û li her cihî diyalogan bi hikumeta Şamê û muxalefetê re bikin.” Rûspiyê eşîra Cibûr El-Milhim, Salih El-Zobai jî piştrast kir wê eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî êrişên Tirkiyê bisekinin û li ber xwe bidin.
Helwesta gel li dijî gef û êrîşên gengaz ên dewleta Tirk li ser herêmê, diyar e û ew jî berxwedan û têkoşîn e..
Siyasetmedar û endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Hisên ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir û da xuyarkirin ku bersiva herî baş ji van êrişan re yekbûna pêkhateyên herêmê ye.
Hisên Ezam li ser axavtina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê a tifaqa Kurd-Ereban got ku ev çareseriya herî baş e û di dema herî guncaw de hat.
Hisên Ezam dawiyê piştrast kir ” Ew ji bo rawestandina rijandina xwîna Sûriyan dixebitin” û dupat kir ew amade ne bêyî şert û her dem diyalogan bi hikumeta Şamê û muxalefetê re bikin.”
Salih El-Zobai: Em eşîr û pêkhateyên herêmê dê li dijî van êrişan bisekinin
Li dijî van êrîşan, Rûspiyê eşîra Cibûr El-Milhim, Salih El-Zobai jî anî ziman “Erdogan hewl dide terora xwe derbasî herêmê bike” û Amerîka û Rûsiya ku rola xwe li hember van êrişan nalîzin, rexne kirin.
Salih El-Zobai da zanîn ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye hevgirtî ne û piştrast kir “Eger dewleta Tirk li ser şer israr bike, ew eşîr û pêkhateyên herêmê tev, wê li dijî van êrişan bisekinin û axa xwe biparêzin.”
Demek e dewleta Tirk, gefan li ehrêmê dixwe û dixwaze bi êrîşine nû, deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.