Dayika Aştiyê Caziye Horan: Bila PDK’ê dev ji xiyaneta xwe berde

29 roj in li ber dergeha Sêmalka, malbatên Şehîdan daxwaza wegirtina cenazeyên şehîdên xwe dikin.. Dayikên Aştiyê Caziye Horan bang li PDK’ê kir ku cenazeyên gerîlayan radest bike û dev ji xiyanetê berde. Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan jî ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re nameyek şand û tê de daxwaz kir ku cenaze ji malbatên wan re werin dayîn. 

Li dergeha Sêmalka 29 roj in malabatên gerîla li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne, lê belê heta niha PDK’ê cenaze nedane..

Dayik jî li hemberî vê helwestê bi biryar in ku çalakiya xwe heta wergirtina cenazeyan bidomînin.

Yek ji wan dayikan, Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî Caziye Horan e ku bi rojan e li ber dergeh daxwaza cenazeyên şehîdan dike..

Caziye Horan bang li hikûmeta Başûrê Kurdistan kir ku dev ji xiyaneta xwe berde û cenazeyan radest bike.

Komaw: Divê PDK cenazeyan radest bike

Ji bo heman daxwazê, Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan nameyek ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê re şand.

Komeleyê di nameya xwe de daxwaz ji PDK’ê kir ku di zûtirîn dem de cenazeyên gerîlayên şehîd radestê malbatên wan bike.

Back to top button