Rewşenbîrên herêma Cizîrê: Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike

Dewleta Tirk tevî ku bi mehan e êrîşî gerîlayên azadiyê dike, cureyên nû yên çekên qedexekirî û kîmyewî di van êrîşan de bi kar tîne. Rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kirin ku dewleta Tirk bi van kirinan dixwaze Kurdan tev qir bike.. KCDK-E’yê li dijî vî sûcî wê sibe meşekê li Den Haag ya Netherland( Hollanda) li dar bixe û bi daxuyaniyekê banga tevlibûnê kir.

Li pêş çavê cîhanê tevî, dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd, gerîlayên azadiyê jî di nav de bi kar tîne..

Li dijî vî sûcî û bêdengiya hêzên navneteweyî, gelê kurd bertekên tund nîşan dide .

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enahîta Sîno dibêje dewleta Tirk bi vî sûcî dixwaze Kurdan qir bike.

Endamê Yekitiyê, Îbrahîm Berekat jî anî ziman ku bêdengiya himûmeta Başûrê Kurdistanê cihê şermê ye.

KCDK-E anga tevlibûna meşa 3’ê Mijdarê kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E jî ji bo Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî biçe li herêmê lêkolîn bike, wê 3’ê Mijdarê ango sibe li bajarê Den Haag ê Netherland( Hollanda) meşekê li dar bixe.

KCDK-E’yê bang li her kesî û hemû demokrat, dijberên şer û rêxistinên jinan kir ku tevli vê meşê bibin.

Li Kanadayê bi çalakiyekê ev sûc hat şermezarkirin

Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi meşekê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir.

Çalakgeran diyar kir ku dewleta Tirk bi van kirinên xwe qanûnên navnetweyî bin pê dike.

Back to top button