Bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê, Meclisa Kantona Hesekê ji bo gaziyên şer şahiyek li dar xist.
Gaziyên şer, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Meclisa Kantona Hesekê beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de, hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî û salvegera destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan û şervanan pîroz kir.
Piştra Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yûnis di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo tevahî cîhanê bûye nimûneya azadî û demokrasiyê
Yûnis eşkere kir ku dijminên vîna gelan û projeya neteweya demokratîk hewl didin projeya demokratîk a li herêmê têk bibin, lê gelê herêmê wê bi hevgirtina xwe li ber xwe bidin û hemû planan têk bibin.
Şahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.