Li Fransayê meşa 3 rojan di roja 2’an de dewam dike

Li Fransayê Meşa Azadiyê ya ji bo Rêber Apo di roja 2’yemîn de ye.
Li bajarê Esslîngen ê Almanyayê jî bi armanca şikadina tecrîdê duh greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Bi heman armancê li bajarê Dûîsbûrgê yê Almanyayê jî duh stand hat vekirin.
Meşa Azadiyê a ji Parîsê heta Strasboûrgê jî di roja 20’an de didome.

Kurdistaniyên Ewropa û dostên wan li dijî komployê di nav çalakiyan de ne.

Li başûrê Fransayê meşa 3 rojan a ku bi 158 kesan ji bo azadiya Rêber Apo hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye.

Duh meş li Martîkê destpê kir, roja yekemîn bi serkeftî derbas bû û peyama “Serketin a berxwedêran e” hat dayîn.

Li Almanyayê greva birçîbûnê hat destpêkirin

Li bajarê Esslîngen ê Almanyayê jî bi armanca şikadina tecrîdê duh greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Çalakî wê 3 rojan bi awayekî dorveger bidome.

Çalakvanan di çalakiyê de daxuyaniyek dan û gotin:

“Roj roja mezinkirina berxwedanê ye. Divê em çalakiyên xwe li her derê mezin bikin”.

Her wiha bang li gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn kirin ku tevlî meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibin.

Li Almanyayê ji bo azadiya Rêber Apo stand hat vekirin

Bi heman armancê li bajarê Dûîsbûrgê yê Almanyayê jî duh Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel stand vekir.

Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û bang li gelê Kurd û dostên wan hat kirin ku tevlî meşa mezin a 17’ê Sibatê bibin.

Meşa azadiyê ya ji Parîsê heta Strasboûrgê di roja 20’an de ye

Meşa Azadiyê a ji Parîsê heta Strasboûrgê jî di roja di roja 20’an de ye.

Meşvan doh di roja 19’an de gihîştin bajarê Amiensê.

Piştî meşê kartpostalên ku tevahiya rojê hatibûn berhevkirin, ber bi Girava Îmraliyê ve hatin şandin.

Meşa ji Parisê ber Strasboûrgê ve di roja 19’emîn de ye

Back to top button