KCK’ê banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li hemû Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî meşa ku wê 17’ê Sibatê ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Kolnê yê Almanyayê were lidarxistin, bibin û got:
“Di 17’ê Sibatê de divê gelê me yê li Ewropayê asta welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de nîşan bide.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê banga li hemû Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî meşa ku wê 17’ê Sibatê ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Kolnê were lidarxistin, bibin.

KCK: Pêngava Azadiyê pêvajoyekî dîrokî ye

KCK’ê bal kişand ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û got:

“Ev pêngava dîrokî di salvegera komploya navneteweyî de hat destpêkirin.

Pêngava azadiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê encamên watedar bidestxistiye. Ji destpêkirina komploya navneteweyî ve gelê Kurd hewl dide dengê xwe li gelemperiya cîhanê bide bihîstin. Pêngava azadiyê gelê me gihand vê armancê.”

KCK: Gelê Kurd bi têkoşîna xwe hêviya mirovahiyê mezin kiriye

KCK’ê anî ziman ku Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya ji bo Rêber Apo, hêviya mirovahiyê mezin kiriye û têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê xurt kiriye û got:

“Di pêvajoyeke ku nakokî di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst kûr bûye de, yekîtî û hevgirtina hêzên modernîteya demokratîk ên ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê têdikoşin hê zêdetir bûye.”

KCK: Wê bi mîtîna Kolnê re qonaxeke nû bikeve meriyetê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî diyar kir ku wê êdî bi mîtînga mezin a li bajarê Kolnê re qonaxeke nû bikeve meriyetê û wiha got:

“Pir girîng e ku mîtînga mezin a Kolnê di asta diyarkirî de were lidar xistin.

Em bang li tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê dijîn dikin ku tevlî mîtînga mezin a Kolnê bibin. Di 17’ê Sibatê de divê gelê me yê li Ewropayê asta welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de nîşan bide.”

Li Fransayê meşa 3 rojan di roja 2’an de dewam dike

Back to top button