Meşa ji Parisê ber Strasboûrgê ve di roja 19’emîn de ye

Meşa dirêj ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li Parîsê dest pêkiriye di roja 19’an de ye.
Hemwextî vê li başûrê Fransayê jî ji bo azadiya Rêber Apo meşa 3 rojan hat destpêkirin.

Meşa dirêj a ji Parîsê heta Strasboûrgê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 19’an de ye.

Meşvan îro jî li bajarê Amiensê bûn .

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadî bû Kurdistan” hate berzkirin.

Çalakvan serdan sazî û şeredariya kirin û dosyayên têkildarî tecrîdê pêşkêşî wan kirin.

Li Fransayê meşa 3 rojan ji bo Rêber apo destpêkir

Li aliyê din li başûrê Fransayê jî ji bo azadiya Rêber Apo meşa 3 rojan hat destpêkirin.

Kurdistanî û dostên wan berî meş li bajarê Martîgûesê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Çalakvana di daxuyaniyê de destpêkirina meşa xwe ragihandin û gotin:

“Bi berxwedanê em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi dest bixin.”

Çav li rê ye ku çalakî di roja sêyem de li ber Parlementeyo Ewropayê bi mitîngekê bi dawî bibe.

Meşa ji Parîsê heta Strasbûrgê di roja 18’emîn di dome

Back to top button