Dewleta Tirk û çeteyên wê gundewarên Minbcê û Şêrawa yê topbarankir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di danê êvarê de gundewarên Minbicê û daristana Soxanekê topbaran.
Li aliyên din QSD’ê bi daxuyaniyekî nivîsî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ku dibêje di 8’ê Sibatê de 3 şervanên wan şehîd xistine derewand.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundewarên bakur û rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Di êrişê de nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê jî hat topbaran kirin.

Her wiha dewleta Tirka a dagirker û çeteyên wê daristana gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa a kantona Efrînê bi çekên giran topbaran kir.

QSD: Îdiaya Tirkiyê ya şehîdxistina 3 şervanên me derewe

Li aliyê di Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê îdiaya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a şehîdxistina 3 şervanên wan li rojavayê Firatê derewand.

Daxuyanî QSD’ê wiha ye:

“Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îro daxuyaniyek da û îdia kir ku di roja 8’ê Sibatê li herêma rojavayê Firatê de 3 şervanên me şehîd xistine.

Îdiaya Wezareta dagirker ne rast e.”

Balafireke bêmirov a Tirkiyê çewlîka mirîşkan a Sirînê kir armanc

Back to top button