Ciwanên Kobanê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê daketin qadan

Ciwanên şoreşger ên kantona Firatê jî li dijî komploya 15’ê sibatê li bajarê Kobanê meş lidarxistin.

Bi dehan ciwanên kantona Firatê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî û piştgiriya pêngava ‘Ji Abdulah Ocelan re azadî ji pirsgirêka Kurdî re çareseriyê siyasî’ daketin qadan.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir, heta bi qada Aşîtî berdewam kir.

Di meşê de bê navber silogana ‘bê serok jiyan nabe’ hat berzkirin.

Piştre meş veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Şiblî axivî û komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Mihemed Şiblî got:

“Heta ku Rêber Apo azad nebe, ciwan azad nabe. Em wek ciwan tu kes nikare vîna me têk bibe.

Em ê her tim li ser pêyan û li kolanan bin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. “

Back to top button