Li Hesekê mala Êzidiyan koferansa xwe ya 6. li dar xist

Mala Êzidiyan bi beşdariya 300 delegeyan kongreya xwe ya 6’emîn li bajarê Hesekê li dar xist.
Di konferansê de rewşa rêxistinî û gelek mijarên din hatin nirxandin.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û hevserokên nû ya Mala Êzidiyan li kantona Cizîrê hatin hilbijartin.

Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê 6’emîn konferansa xwe li dar xist.

Konferans li Hola Marbêla ya li Bajarê Hesekê bi beşdariya 300 delege, şandeyên ji Rêveberiya Xweser, Saziyên Sivîl, rûspiyên eşîrên ereb pêk hat.

Di konferansê de, rewşa rêxistinî û rêziknameya Mala Êzidiyan hatin nîqaşkirin.

‘YPG, YPJ û gerîlayan civaka Êzidî ji qirkirnê rizgar kirin’

Piştre gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê û Kobanê komkujiyên hovane kirin.

Siyasetên wê dişibin dewleta Tirk a dagirker ku li ser xwîna gelan ava bûye û komkujî li dijî ermen, suryan, kurd, ereb û asûran kirin.

Lê belê gelê Rojava û Şengalê karîn li hember her-duyan bisekinin.”

Bal hat kişandin ser rola Rêveberiya Xweser di rizgarkirina Şengalê û parastina wê de û ev tişt hate gotin:

“YPG, YPJ û gerîlayên azadiyê gelê Êzidî ji hêzên tarî ku hevalbendên dewleta Tirk in rizgar kirin û heta niha jî, ji bo xilaskirina jinên Şengalî ji lepên DAIŞ’ê lêgerî û berxwedana xwe dewam dikin.”

Piştî axaftin û nirxandinan, sînevizyonek têkildarî xebatên Mala Êzidiyan ên 2 salan hate pêşandan.

Nalîn Reşo û Îsmaîl Delf bûn hevserokên nû yên Mala Êzidiyan li kantona Cizîrê

Dawiyê, Nalîn Reşo û Îsmaîl Delf wek hevserokên nû yên Mala Êzidiyan li kantona Cizîrê hatin hilbijartin.

Cîhan Xûrî û Celal Xeder Hecî jî, weke cîgirên wan hatin destnîşankirin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû, hin ji xalên wê jî wiha ne:

  • Vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo ciwan û zarokan û dayîna semîneran li şaxên Mala Êzidiyan.
  • Avakirina komeke hunerî li şaxê malê yê Hesekê, guhdana tîmên berê, perwerdekirin û pêşxistina wan.
  • Sinordarkirina cîbicîkirina girêbestên parvekirina zeviyên çandiniyê yên koçberên Mala Êzidiyan li kantona Cezîrê li gorî rêziknameya navxweyî.
  • Ji bo rêgirtina li guhertinên demografîk, rêgirtina li firotina zevî û malên çandiniyê li gundên Êzidiyan.
  • Hevehengiya bi mal û yekîtiyên Êzdiyan re, ku di bin sîwana Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê de ne û rê-nede derketina meylên takekesî û herêmî yên ku ziyanê digihîne yekîtiya armanca Êzdiyan.
Back to top button