Hevserokê Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim destnîşan kir ku faşîzma AKP/MHP’ê bi rêbazên qirêj û tifaqa li gel mafya, Hîzbûlahê di hilbijartinan de serkeftî xuya kiriye, lê ji hundirve hildiweşe û wê bikeve qonaxeke tarî.
Muslim bal kişand ku Kurd tevî hemû êrîşan serkeftî bûne û mînaka xweparastin û pêşengîtiya têkoşîna demokrasiyê careke din nîşan daye.
Hevserokê Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê encamên hilbijartinên li Tirkiye ji ajansa ANHA`yê re axivî.
Salih Muslim hilbijartin weke “Hilbijartineke bêadalet” penase kir û got:
“Di her alî de êrişên dewletê li dijî gelê Kurd çêbûn.
Bi vê hilbijartinê deshiladariyê dixwest Kurdan tine bike.
Dixwest êrîşên 8 salên dawî yê li Kurdistanê bigihîne encamê, lê wekî wan dixwest çênebû.”
Muslim diyar kir ku Partiya Çepêkn Kesk tevlî hemû êirş û sextekariyê 61 parlamenter şandin meclîsê, di demên pêş de wê ev serkeftinên gelê Kurd ji bo tevahiya jinan û hêzên azadîxwaz ên li Tirkiyeyê bibin sedema lixwe vegerandinê.
”diviyabû gelê Tirkiyeyê rabibûya ser piyan”
Hevserokê PYD`ê Salih Muslim destnîşan kir ku şovenîzim di hilbijartinên Tirkiyê de xuya bû lewma divê gelên Tirkiyeyê ji bo jiyaneke demokratîk xwe ji vê nexweşiyê xilas bike.
Hevserokê PYD`ê anî ziman ku her kêm diviyabû gelê Tirk li hemberî qelsiyên di aliyê siyasî, civakî, aborî de çêdibin rabibûya ser piyan.
”Dewlet kete destê Mafya, Hîzbûllah û çeteyan”
Muslim, hişiyarî da ku tifaqa AKP/MHP ya bi Hîzbûllahê re wê li ser gelê Kurd xeteriyên mezin çêbike, lewma divê gelê Kurd baldar be.
Her wiha di derbarê xeteriya siyaseta AKP/MHP ya li ser Rojhilata Navîn Salih Mislim wiha got:
”Tirkiyê çeteyên di deste de wê bihêz bike û li ser wan siyasetê bimeşînin.
Lê dewleta Tirk ji hundir ve hildiweşe.
Di aliyê aborî, siyasî û dîplomasî de îflas kiriye.
Gelê herêmê erkekî pêşengtiyê li Rojhilata Navîn girtiye ser xwe û wê bidomîne.
Parlamenter û rêveberên AKP’ê helbestvanê Kurd çakin derb kirin