Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ku di 28’ê gulanê tevî bêusûlî û binpêkirinan bi dawî bû.
Piştî hilbijartinan hêzên faşîst ên girêdayî rejima faşîsta a Erdogan bajarên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê êrîş dan destpêkirin.
Parlamenterê AKP’yê Semsûrê Resûl Kurt, rêveberên AKP’a Kolikê û xizmên wan muşahidê sindoqan a CHP’ê helbestvanê kurd Remzî Çakin derb kirin.
Çakin, diyar kir ku di hilbijartinê de bûbû muşahidê sindoqê yê CHP’ê û wiha qala bûyerê kir:
” Alîgirên AKP’ê xwestin dewsa hineke din ve deng karbînin mûşahîdê Partiya Çepên Kesk li dijî vê yekê derket. Min jî piştgirî da mûşahîdê Partiya Çepên Kesk min xistin odeyekî û û li min xistin.”
Bi lêdanê gelek ciwan hatin binçavkirin
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî di serdegirtina malan de 7 ciwan hatin binçavkirin..
Polîsên dewleta dagirker dema binçavkirinê de êşkence li ciwanan kirin û wan bibirin Mûdûriyeta Emniyetê ya Geverê.
Vê sibê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan