Piştî hilbijartinê li dijî Kurdan pêla faşîzmê bilind bû

Piştî hilbijartina hêzên faşîst ên girêdayî desthilata faşîsta a Erdogan li bajarê Bursa yê Tirkiyê êirişê navenda HDP ya naveçeya Înegol kir.

Duh bi şev hin kesên nijadperest bi keviran êrişî Rêxistina HDP’ê ya Îneogolê kirin.

Duh bi şev saet di 02.00’yan de AKP’iyên nijadperest bi keviran êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Înegol a Bûrsayê kirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku êrişkar bi keviran êrişî camên avahiyê dikin. Kesên kevir diavêjin avahiya partiyê, posterên Erdogan bi wan re ye.

Bi tevlêbûna hevserok û rêveberên navçeyê HDP’ê ya Înegolê daxuyaniyek dan.

Hevseroka HDP’a Înegolê Îpek Akman daxuyanî xwend ku got:

“Em li dijî zordestî û çewisandinan li ber xwe bidin.

Bi van êrişan dixwazin me bitirsînin.

Em bi vîna gel hatine, kes nikare me bitirsîne.

Heta em vê desthilata faşîst nevêjin sergoyê dîrokê emê têkoşîna xwe bidomînin.”

OSCE: Şert û merc ne wekehev bûn

Back to top button