OSCE: Şert û merc ne wekehev bûn

Seroka Şandeya Asambleya Parlamenteran a OSCE’yê Farah Karîmî ku hilbijartinên li Tirkiyeyê şopand, têkildarî hilbijartinan got: hilbijartin di nava şert û mercên wekhev de nehate kirin.

Farah Karîmî tekez kir ku mîna di tûra destpêkê ya hilbijartinê de jî hate kirin, weşana alîgiriyê ya medyayê û nebûna şert û mercên wekhev, avantajeke neheq da partiya desthilatdariyê.

Farah Karîmî diyar kir ku Rêveberiya hilbijartinê ji aliyê teknîkî ve hilbijartin bi rê ve bir, lê di mijara zelalî û ragihandinê de kêmasiyên cidî dewam kirin.

MPKE: Şert ne demokratîk bûn

Her wiha Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) ku li herêmên cuda yên Tirkiyeyê şertên hilbijartinê şopand û got: “Di kampanyaya hilbijartinê de gotinên cihêkar hatine kirin.

Şandeya MPKE destnîşan kirin ku şertên çêbûna tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê ne demokratîk bûne û newekheviya şertan bi kêrî Recep Tayyîp Erdogan hatiye.

Schwabe bang kir ku di dozên Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane, bila bên pêkanîn.

Di desthilata nû ya Erdogan de Dolar li Tirkiyê bû 20,14 Lîre

Back to top button