Şênî ji bo parastina zeviyan di seferberiyê de ne

Bajarokê Girbawî nimûneya hevgirtina civakî û jiyana komînal a hevbeş e.
Bi hatina werza çinînê re her kes ji bo parastinê ketin seferberiyê.
Cotkaran destnîşan kir ku parastin erka her kesî ye ne tenê ya hêzên ewlekariyê ye.

Li gor Desteya Çandinî û Avdanê:

98 gund girêdayî bajarokê Girbawî ne û rûbera bajarokê jî 20 kîlometreyên çargoşe ye.

Rûbera zeviyên çandiniyê ya bajarokê û gundên derdorê 96 hezar û 946 donim e.

Ji wan 52 hezar û 49 donim bejî û 44 hezar û 897 donim jî avî ye.

Bi hatina werza çinînê re her kes ji bo parastinê li navçeyê ketin seferberiyê.

Rêveberê Komîteya Parastinê ya bajarokê Girbawî Hemîd Hisên dibêje:

Divê aliyên têkildarî erebeyên din ên agirkujiyê peyda bike.

Ji ber ku erebeyek têrê nake heka şewateke mezin rû bide.”

Cotkarê bi navê Serbaz Îsmaîl Mihemed jî got:

“Ji bo parastina zeviyan, me dît ku pêwîst heye em tedbîran bigirin.”

Serbaz destnîşan kir ku ew amade ne ji di rewşên awarte de bibin alîkar.

Ji bo parastina zeviyan rewşa awarte hate ragihandin

Back to top button