Piştî 6 salan penaberiyê herêmê Rêveberiya Xweser stargeh in

Malbateke Sûrî piştî ku çeteyên DAIŞ`ê Girê Spî sala 2016`an kontrol kir, koçberî Lubnanê bûn.
Rêwîtiya koçberiyê ya vê malbatê 6 salan dom kir.
Ev malabat ji Lubnanê hat koçberkirin û xwe spartin herêmên Rêveberiya Xweseryên aram.

Malbata El Şêx tevî 6 malbatên din ji kampa Bîqaa ji aliyê artêşa Lubnanê ve hatin derxistin.

Li ser sînorên parêzgeha Humsê ya Sûriyayê bê pere û stargeh hatin hiştin.

Lê malbatan biryar da ku berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser.

Hemed El Şêx, diyar kir ku piştî ku biryara Rêveberiya Xweser a pêşwazîkirina penaberan me biryar stendiye

Hemed El Şêx nexwest vegerin Girê Spî ku hatiye dagirkirin.

Hemed El Şêx (40) spasiya Rêveberiya Xweser kir ku pêdiviyên wan peyda dike.

Hefteya borî 7 malbatên sûriyeyî yên ji Lubnanê hatibûn derxistin, gihaştin herêmê.

Li kampa Hikumiye ya bakurê Reqayê hatin bicihkirin.

Ji bo penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê plansazî heye ku kampeke taybet bê avakirin.

Ji bo penaberên Sûriyê ku ji Lubnanê hatine, kampeke taybet

Back to top button