Ji bo penaberên Sûriyê ku ji Lubnanê hatine, kampeke taybet

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê plan dike ku kampeke taybet ji bo penaberên sûriyî yên ku ji Lubnanê hatine, ava bike.

Beşa yekemîn a penaberên sûriyî yên ji Lubnanê gihaştinê herêmên Rêveberiya Xweser, li Kampa Hikumiye a li Reqatê hatine bi cih kirin…

Piştî vegera beşa yekemîn a penaberan, desteya Kar û barên civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser, tevî Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê serdana Kampa Hikumiye kir.

Li gorî şandeyê, deste dixwaze rewşa penaberan, pêdiviyên wan çi ne nas bikin û ji wan re destnîşan bike ku ew amade ye penaberên sûriyî yên li derveyî Sûriyê pêşwazî bike.

Rêveberiya Xweser di Nîsana Borî de, ragihand ku ew amade ye penaberên sûriyî yên li Lubnanê pêşwazî bike.

Tayîbet ku ev penaber rû bi rûyî kiryarên nijadperestî ji aliyê lubnaniyan ve û siyaseta hikumeta Lubnanê tên.

Di çend rojên dawîn de, 7 malbatên sûriyeyî ku ji Lubnanê hatine derxistin, gihaştin herêmên Rêveberiya Xweser.

Ew di kampa Hikumiye ya bakurê Reqayê hatin bicihkirin.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Farûq El-Maşî got deriyê herêmê li pêşiya vegera penaberên sûriyê vekirî ne.

El Maşî weha domand: Rêveberiya Xweser plan dike kampeke taybet ji bo penaberên sûriyê yên li Lubnanê, ava bike.

Hat destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo peydakirina vegereke ewle ji sûriyeyiyan re, amade ye bi hikumeta Lubnanê re koodîne bike, heta amade ye koçberên sûriyê yên li herêmên Sûriyê bi xwe jî pêşwazî bike.

Back to top button