Jinên Hîlala Zêrîn piştgirî dan serhildanên bi pêşengiya jinan

Jinên Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê piştgirî dan serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û gotin; Berxwedana wan berxwedana me ye. Koma Orkêstra Rojava ya Zarokan bi lêdana amûrên xwe yên muzîk jî serhildana gelê Rojhilat silav kir.

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn derbarê serhildanên li Îran û Kurdistanê de daxuyaniyek da gotin;

“Em wek jinên hunermend tu nêrînên ku jinan wek milk û namûs dibînin, qebûl nakin.

Em piştgiriyê didin berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û weke berxwedana xwe dibînin.

Em ê bi hunera xwe û berhemên xwe dijî rejîma Îranê bisekinin.

Banga me ji hemû jinan re; her kes divê destekê bide vê berxwedanê.”

Zarokan bi orkêstra xwe serhildana li Rojhilatê Kurdistanê silav kir

Li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, Koma Orkêstra Rojava ya Zarokan bi lêdana amûrên xwe yên mûzîk serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir.

Zarokên bajarê Qamişlo û navçeya Amûdê, endamên Desteya Çandê ya herêma Cizîrê, şagirtên peymangeha Orkêstra Rojava ya zarokan, malbatên zarokên Koma Orkêstrayê amade bûn.

Back to top button