412 Hunermend û rewşenbîran piştgirî dan serhildanên li Îran û Kurdistanê

Piştgirya bi serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re zêde dibe. 412 hunermend û rewşenbîrên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê piştgirî dan serhildanên li Rojhilatê û Îranê. Fîlozofê navdar Slavoy Zîzek Slavoy Jîjek jî piştgirî da serhildanan û got: “Li tevahiya Îranê tekane rêya azadiyê hevgirtina bi Kurdan re ye.”

Piştgiriya bi serlhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêde dibin.

412 hunermend, rewşenbîr û wêjevanên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî dan serhildanan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êdî jiyan û azadî bi bisk û keziyên Jîna’yê tê hûnandin.

Azadî mafê bingehîn yê gerdûnî ye.

Jin û gelên ku îro li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û hemû cihanê li ber xwe didin ala azadiyê ku bi tayê porê xwe afirandine bilind dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku jinên berxwedêr bi têkoşîna xwe dê dawîya tarîtîyê bînin.

Dê serkeftin ya berxwedêran be! Em bi we re ne! Jin Jiyan Azadî!”

Fîlozof Slawî Zîzek: Li tevahiya Îranê tekane rêya azadiyê hevgirtina bi Kurdan re ye

Fîlozofê navdar Slawî Zîzek Slavoy Jîjek jî piştgirî da serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Zîzek di peyama xwe ya piştgiriyê ev yek anî ziman: “Tişta ku li Îranê diqewime di dîroka cîhanê de xwedî girîngiyeke diyarker e.

Tevgereke têkoşînên cihêreng, tekoşîna li dijî çewisandina jinan û bingehparêziya olî, li hev kom dibe.

Ev tevgera bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji tevgerên din ên jinan li welatên rojava cudatir e.

Jin û mêr mil bi mil li dijî dijminê hevbeş ê bingehparêziya olî dibin yek.

Xwepêşanderên ku ne Kurd in, bi zelalî dibînin ku zilma ku li ser Kurdan tê kirin, parçeyek ji heman zilma ku li ser wan têne kirine.

Ji ber wê hevgirtina bi Kurdan re tekane rêya azadiyê ye li tevahiya Îranê ye.”

Zîzek dibêje encamên rasterast ên van protestoyan çi dibe bila bibe, girîng e ku ev tevger zindî bimîne, torên civakî li dora wê werin damezrandin.

Back to top button