Greva Birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê di roja 2’an de didome

Di zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dîlgirtiyên PKK û PAJK’ê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ doh dest bi çalakiya greve birçîbûnê kirin.
çalakiya ku 27’ê Mijdarê destpêkir wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike.
Yakup Akman ku yek jî dîlgirtiyê azadiyê ye di zînda reqem 3 a navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê de dilgirtiye, bi rêka malbata xwe re peyameke deng şand û got: Heta gavên şêmber derbarê rewşa Rêber Apo de neyê avîtin wê ev çalakiya me berdewam bike.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo azadiyê Rêber Apo di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bûn.

Yakup Akman ku yek jî dîlgirtiyê azadiyê ye di zînda reqem 3 a navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê de dilgirtiye, bi rêka malbata xwe re peyameke deng şand û got:

“Slav û Rêze ez Yakup Akman di girtîgeha jimar 3 a silîvrî deng dikim

Gelê meyê hêja li ser navê dîlgirtiyên siyasî ez hêvîdim ku hûn başbin

Malbat û gelên min ê hêja li ser Rêber APO tecrîdeke ku ti mînaka wî nîne tê meşandin.

Derbarê rewşa wî de em ti agahî nagirin, ev yek çawa gumana gelê me zêdetir dike ya me jî zêdetir dike.

Dîlgirtiyê azadiyê Yakup Akman: Fêrbûna ji tecrîdê re mirin e

Fêrbûna ji tecrîdê re mirin e

Em ne fêrî vê rewşê dibine ne jî qebûl dikin.

Wek dîgirtiyên siyasî em di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dest bi çalakiya greve birçîbûnê dikin.

Heta gavên şênber derbarê Rêber APO de bê avîtin em ê vê çalakiya xwe bidomînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin vê pêngava dîrokî.

Girtiyên PKK û PAJK ji bo azadiya Rêber Apo sibe dest bi grevê dikin

Back to top button