Ev 35 rojin agahî ji rojnameva Silêman Ehmed nayê girtin

35 rojin tu agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed yê ji aliyê PDK’ê hatiye revandin, nayê girtin.
Yek ji parêzera Silêman Ehmed diyar kir ku tevî hemû hewldanên ji bo hevdîtinê, PDK’ê rê li ber me digre.

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed yê ku ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hatiye revandin, ev 35 rojon agahî jê nayê girtin.

Guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK’ê hevdîtina parêzer û malbatê bi Silêman re qedexe kiriye.

Asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniya xwe ya nerast, gefa cezakirinê li Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Yek ji parêzera Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, daxuyaniyek da û got:

“Ji dema revandina Silêman Ehmed, me hewl da em hevdîtinê bi wî re bikin, lê Asayîşa Giştî ya Duhokê qebûl nekir.”

PDK’ê ji ewlehî û jiyana Rojnamevan Silêman Ehmed berpirse.

34 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button