Dizî û talaniya Zeytûnên şêniyan li Efrîna dagirkirî

Ev du mehên li Efrîna dagirkirî mewsima çinîna zeytûnan dest pê kiriye.
Çeteyên Dagirkeriya Tirk di nava du mehan de dizî û talanî bi rengekî aşkere tê kirin.
Çalakgerekî bi dîmen dizî û sepandina bacan li ser berhemên zeytûnan aşkere kir.

Mixabin her heman tişt bi serê me tê.

Ji ber ku ti desthilatek nîne hesab ji van kesên ku vî dikin, tune ye.

Mînak îsal wekaletên çinîna zeytûnan a kesên ne li Efrînê betal kirin.

Hejmareke zêde ji wekaletên şêniyên ku ne li Efrînê ne, rakirin.

Heta nehiştin ku xwediyên wekaletan derbasî nava zeviyên zeytûnan bibin û zeytûnên nasên xwe biçinin.

Ev du sal in van darên zeytûnê xwedî dikin da ku piştre biçin û rizqê xwe ji rakin.

Feremaneke nû îsal derxistin.

Di bin navê parastina darên zeytûnê de 3.5 heya 4 û 5 dolaran li ser her dareke zeytûnê ji xelkê dibin.

Gelo zeytûnan ji kê diparêzin. Komeke çete zeytûnan ji koma din diparêze da ku bi xwe bidizin.

Li gundê Feqîra yê Cindirêsê darên Zeytûnan ên temenmezin hatin birîn

Li kêleka dizîna zeytûnan, birîna darên zeytûnê bê navber dewam dike.

Çeteyên El-Hemzat beriya du rojan li gundê Feqîra yê navçeya Cindirêsê 5 darên zeytûnê ji kokê de birîn.

Li gorî heman çalakgerî temenê van darên zeytûnan 50 salî derbas dike.

Her wiha 17 darên din ên zeytûnê jî bêserûber hatin birîn.

Back to top button