31 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed 31 rojin windaye û ti agahî jê nayê girtin.
Parêzera Silêman Ehmed diyarkir ku PDK rê neda ku ew miwekîlê xwe bibîne.
Rojnamevan Aram Ezîz di derbarê mijarê de axivî û wiha got: “PDK ji ber ku ji dengê azad ditirse, li bajarê Hewlêrê zextek mezin dixe li ser rojnamevavan.”

Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 31 rojin agahî jê nayê girtin.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Di derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed de, Rojnamevan Aram Ezîz ji Rojnews’ê re axivî.

Aram Eziz: PDK zextê li rojnamevana dike

Rojnamevan Aram Ezîz di destpêka axaftina xwe de wiha got:

“Mixabin rewşa rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê di rewşeke xirab de ye.

Bi taybet PDK li Hewlêrê zextek mezin li ser rojnamevanan de ferz dike.

Ji ber ku PDK ji dengên azad ditirse. Divê saziyên sivîl xwedî helwest bin.

Li Başûrê Kurdistanê herî dawî rojnamevan Silêman Ehmede hat revandin û ew meheke agahî jê nayê girtin.

Li gorî yasayê ev yek binpêkirina mafên rojnamevanan e.

Divê hemû rojnamevan bê cudahî derkevin pêş û qebûl nekin êdî ji aliyê desthilatdarên Herêmê ve bên girtin û windakirin.”

Nerîman Ehmed: Asayişa Dihokê rê nade ku em Silêman Ehmed bibînin

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got:

“Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin.

Me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir.

Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin.

Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir.

Lê Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Back to top button