Ev 30 rojin tu agahî ji rojnemevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnemevan Silêman Ehmed ev 30 rojin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.
Rojnamevanên herêma germiyan yê başûrê kurdistanê diyarkirin ku metirsiyeke mezin liser jiyana Silêman Ehmed heye û bang li rojnamevana kirin ku girtina Silêman Ehmed nepejirînin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 30 rojin agahî jê nayê girtin.

Rojnamevanên Germiyan: Metirsiyek mezin li ser jiyana Silêman Ehmed heye

Derbarê revandina Silêman Ehmed de rojnamevanên Herêma Germiyan ji ajansa rojnewsê re axivîn.

Rojnamevan Saman Kerîm da zanîn ku mijara binçavkirina rojnamevanan ya li Herêma Kurdistanê, her dubare dibe û got:

“Em weke rojnamevan bi salane bi vê mijarê re rûbirû dimînin, li herêma PDK’ê rojnamevan kêmtir dikarin fikir û ramana xwe bînin ziman û ji ber wê jî tên girtin.

Binçavkirina rojnamevan Silêman Ehmed jî li gorî yasayê binpêkirina azadiya fikir û ramane.”

”Divê rojnamevan girtina rojnamevan Silêman Ehmed ne pejirînin”

Saman di axaftina xwe de bang li rojnamevanan kir da ku ji bo carek din binpêkirinên bi vî awayî dubare nebin, yek dengiyek ava bikin û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Divê rojnamevan girtina rojnamevan Silêman Ehmed ne pejirînin.”

Rojnamevan Zimnako Yehyayî jî li ser heman mijarê nirxandin kir û ev tişt anî ziman:

“Silêman Ehmed li Başûrê Kurdistanê rojnamevan bû, piştî vedigere Başûr ji aliyê PDK’ê ve tê binçavkirin.

Li herêma PDK’ê rojnamevan ne azadin û rojnamevan tên astengkirin. Ev jî bandorek xirab li ser herêma başûrê kurdistanê dike.

Zimnako da zanîn li herêma PDK’ê metirsiyek mezin li ser rojnamevanan heye, di dema borî de rojanemevan hatin girtin û cezakirin.

Zimnako di dawiya axaftina xwe de dazanîn herî zêde di dema vê kabîneyê de, rewşa rojnamevanan xirab bûye, divê Silêman Ehmed were berdan, ji ber ku neyê berdan wê bandorek nerênî li ser Herêmê çêbike.”

Ev 29 roje agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button