PKK: Di sala 46’de rêya me vekiri ye pêşya me ronî ye

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê salvegera 45. a damezrandina PKK’ê li her kesî pîroz kir û got: Gelê Kurd bandora qirkirina çandî û fîzîkî bi têkoşîna mezin a Rêber Apo û PKK’ê şikand.
PKK’ê anî ziman di sala 46’an a tekoşînê de di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ew ê destketiyên mezin bi dest bixin.
Endamê Komîteyê Mûrat Karayilan jî got, bi rêya têkoşîna gerîla gelê me careke din rabû ser xwe.

“Di sala 46’an de rêya me vekirî ye, pêşiya me ronî ye.

Di çarçoveya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de em ê destketiyên mezin bi dest bixin.”

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê bi van gotinan salvegera 45. a damezrandina PKK’ê pîroz kir.

27’ê Mijdara sala 1978’an li bendava Çubuklu yê Enqereyê Rêber Apo bi komekî ji 6 kesan hîmê PKK’ê danî.

PKK’ê roja damezrandinê di serî de li Rêber Apo, şehîdên tevgera azadiyê, gelê welatparêz û dostên xwe pîroz kir.

Komiteyê diyar kir gelê Kurd bandora qirkirina çandî û fîzîkî bi têkoşîna mezin a Rêber Apo û PKK’ê şikand û wiha got:

Bi têkoşîna nîv sedsalî re Kurdîtiya kole ya li ber tunebûnê bû ji holê hate kirin û Kurdîtiyeke azad hate afirandin.

Civaka Kurd xwe bi îdeolojiya azadiyê ya Apoyî zane kir û dest bi şerê herî bi wate yê azadiyê yê dîrokê kir.

Bi domdarî PKK’ê bal kişande li ser têkoşîn û pêngava cîhanî a ji bo azadiya Rêber Apo û ev tişt anî ziman:

Diyar e ku sala 46’an a PKK’ê wê li ser bingeha vê kampanya azadiyê û çalakiyan derbas bibe.

Ji gerîla heta bi jinan, ji ciwanan heta bi berxwedana gel, têkoşîn hemû wê di nava vê Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî de bibin yek.

Komîteya Rêveber a PKK’ê dawiyê destnîşan kir ku armanc û biryardariya wan ya sala 46’an, li ser vê bingehê ye û got:

Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bînin, ku ti hêz wê nikaribe pêşî li vê yekê bigire. Eşkere ye sala 46’an jî rêya me vekirî ye, pêşiya me ronî ye.

Mûrat Karayilan: Gelê Kurd bi têkoşîna gerîla rabû ser xwe

Bi wesileya salvegera damezerandinê, Endamê Komîteya Rêveber a PKK Mûrat Karayilan jî têkoşîna gerîla nirxand.

Û qala pêvajoya ku bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re destpê kirî heta niha kir.

Karayilan destnîşan kir ku gerîla hem di nava xwe û hem jî di nava civakê de pêşketinên mezin afirand û got:

Civakeke hêviya xwe şikestibû, bi rêya têkoşîna gerîla li dijî dijmin têkoşîna xwe bilind kir.

https://anfkurdi.com/kurdistan/karayilan-gele-kurd-bi-tekosina-gerila-rabu-ser-xwe-176132

Back to top button