Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derb li ser derbê li artêşa Tirk a qirker didin.
Gerîlayan li Xakurkê 2 leşkerên Tirk ên dagirker cezakirin.
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Metînayê weşand.
Di wê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatbûn cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên di nava 3’ê rojê derbasbûyî de daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê gerîlayan li herêma Metînayê çeperek rûxandin û derb li çeperekê xistine.
Li Herêma Rojavayê Zapê jî gerîlayan destwerdanî gelek hewildanê dagirkeran kirine û tevgerên wan rawestandine.
Her wiha derb li kepçeyekê hate xistin.
Li herêma Xakurkê jî gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin û 2 dagirker cezakirine.
Li ser êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî hate parvekirin:
“9’ê Çileyê herêma Zapê 4 caran bi droneyên bombebarkirî hat bombekirin.
“7 û 8’ê Çile herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, carekê bi teqemeniyên qedexekirî û 2 caran bi droneyên bombebarkirî hat bombekirin.
Herêma Metîna, Xakurkê û Zap jî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”
Her wiha HPG’ê diyar kir ku dagirkeran gelek caran qadên gerîla dane ber topan.