Li Geverê terora polîsan: Gule reşandin û endamên malbatê derb kirin

Polîsan li Geverê bi ser mala malbatekê de girtin, gule li hewa reşandin û endamên malbatê derb kirin.
Welatiyên tenê ji ber pirsa “destûra lêgerînê” kirin, hatin derbkirin û gefa kuştinê li wan hate xwarin.
Baroya Colemêrgê diyar kir ew ê şopdarê bûyerê bin û bang kir ku divê derheqê kesên êşkence û miameleya xerab kirine de tîşta pêwîst bên destpêkirin.

Polîsên tîmên taybet şevê din li taxa Nû ya Gever a Colemêrgê bi ser malekê de girtin.

Polîsan deriyê malê şikandin û endamên malbatê yên ku pirsa “destûra lêgerînê” kirin, derb kirin.

Di dema serdegirtinê de polîsan gule li hewayî reşandin. Hinek guleyên hatine reşandin jî li dîwarên malê ketin.

Di serdegirtinê de du endamên malê Îdrîs Kurt û Sitar Kurt hatin binçavkirin.

Her du kes jî birin Qereqola Polîsan a 75’ci Yilê û piştre hatin berdan.

Endamên malbatê têkildarî bûyerê û êşkenceya polîsan anîn serê wan axivîn.

Îdrîs Kurt yê hatibû binçavkirin û ji ber derbkirinê li ser hişê xwe çûbû wiha behsa bûyerê kir:

“Çek xistin serê min, destên min ji pişt ve hatin kelemçekirin. Polîsan her tim gefa ’em ê te bikujin’ li min xwarin.”

Kurt, diyar kir ku parêzerên ji Baroya Colemêrgê û welatiyên derdorê hatine cihê bûyerê û wiha domand:

“Ez piştrastim ku heke kes nehatibûya wê derê, dê guleyan li me bireşandina û dê me bikuştina.

Sitar Kurt jî ku hatibû binçavkirin jî bal kişand ser tundiya polîsan û got: “Çawa ku ji malê hatim derxistin dest bi derbkirinê kirin

Ji endamê malbatê Canan Kurt jî destnîşan kir ku ji bo kuştina wan hatibûn.

Baroya Colemêrgê: Em ê şopdarê bûyerê bin

Piştî bûyerê Baroya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD û gelek parêzerên li Geverê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin malbata ku bi ser de hatiye girtin mala malbata yek ji parêzerên Baroya Colemêrgê Ramazan Kurt e.

Baroya Colemêrgê diyar kir ew ê şopdarê bûyerê bin û bang kir ku divê derheqê kesêb ev êşkence û miameleya xerab kirine de tîşta pêwîst bên destpêkirin.

Back to top button