Li gundewarê Idlibê şer dewam e, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Li Idlibê şerê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên dewleta Tirk de, dewam e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Li Idlibê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha 210 êrîşên hewayî li herêma kêmşer ketine.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di şerê li gundewarê Idlibê de, di nav de jinek 4 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Ev sivîl di encama şerê di navber hêzên rêjşmê û çeteyên tirk de li Seraqib , Bizabûrê û gundê Mair Debsê hatine kuştin.

Rêjîma Sûrî bi garantiya Rûsyayê armancgirtina herêmên Heleb û Idlibê dewam dike.

Çavdêriyê diyar kir ku balafirên Rûsya 86 êrîşên hewyaî li ser başûrê Heleb û gundên wê yên rojavayî pêk anî.

Her wiha êrîşên hewayî Maret Numan, Mair Şorîn, Mer’end, Kefrenbil û hin herêmên din ên gundewarê Idilib û Helebê kirin armanc.

Çavdêriyê ragihand ku balafirên rêjîmê jî bi 68 êrîşan Xan El sibil, Dadîx , başûrê Seraqib û herêmên rojavayî rojhilatê Idlibê kirin armanc.

Hêzên rêjîmê duh çend gundên derdora Idlibê kontrol kirin û nêzî bajaê Maeret Numan bûn.

Back to top button