Îlham Ehmed: Divê ENKS axaftinan zêdetir, li ser erdê gavan bavêje

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed derbarê yekrêziya Kurdî de diyarkir ku pêwîst e ENKS helwesta xwe ya erênî li ser erdê bixe piratîkê û li hember polîtîkayên dewleta Tirk û îtîlafê yên qirkirina Kurdan baldar be.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed têkildarî yekrêziya kurdî ji ajansa Hawarê re axivî.

Îlham Ehmed: Însiyatîf di dema xwe de hat

Îlham Ehmed destpêkê însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD Mezlûm Ebdî ya yekrêziya Kurdan nirxand û diyarkir ku ev însiyatîf di wexta xwe de pêk hat û piştgiriyek mezin a gel û partiyên Kurdî jê re hat dayîn.

Îlham Ehmed daxuyaniyên hinek kesayetên di “Encumena Niştîmanî ya Kurdî” ENKS’ê de rexne kir û got:

“Piştî însîyatifa Mazlûm Ebdî helwesteke erînî di ENKS’ê de derket. Lê hin kesayetên di ENKS’ê de li gor helwesta Encûmena Netewî ya Kurdî tevnegeriyan.

Divê ev kesayet ji yekrêziya Kurdî re nebin asteng.”

Îlham Ehmed di dawama axaftina xwe de diyarkir ku pêwîst e ENKS helwesta xwe ya erênî li ser erdê diyar bike.

Di vê pêvajoyê de girtina biryarek cidî û tevlibûna însiyatîfê wê dîrokî be û roleke girîng ji bo pêşeroja Kurdan bilîze.

Îlham Ehmed: Divê ENKS li hember siyasetên îtîlafê û dewleta Tirk baldar bin

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, Encumena Niştîmanî ya Kurdî ji siyasetên îtîlafê û dewleta Tirk hişyar kir û ev bang kir:

“Em bang li ENKS’ê dikin ku li hember siyastên îtîlafê û dewleta Tirk yên ku hewl didin demografiya herêmê biguherinin baldar bin.

Divê encumen li dijî polîtîkayên qirkirina Kurdan berpirsyariyên xwe bi cih bîne û nebe aliyêkî van polîtîkayên qirkirinê”.

Back to top button