DYA bang li Iraqê kir parastina avahiyên wê yên dîplomasî bike

Piştî ku duh 3 moşek li hindirê balyozxaneya wê ketin, Amerîka bang li Iraqê kir ku avahiyên wê yên dîplomasî biparêze.

Wezareta derve ya Amerîkayê derbarê armancgirtina balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe û li dijî van êrîşan xwedî helwest be.

Berdevkê Wezaretê destnîşan kir ku ji êlûna borî ve 14 êrîş ji aliyê Îranê û grupên ser bi wê ve li dijî Amerîkiyan li Iraqê pêk hatine.

Piştî êrîşê serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi daxuyaniyekê, nerîzîbûna xwe anî ziman.

Helbûsî diyar kir ku ev kirin ziyanê digihînin berjewendiyên Iraqê û pêwendiyên wê yên Dîplomasî.

Her weha serokwezîrê Îstifakirî yê Iraqê Adil Ebdul-Mihdî jî ev êrîş şermezar kir û tekez kir ku hikumet pabendî parastina şandeyên dîplomasî ye û çi ji destê wê bê di vî warî de, wê bike.

Duh Li bexdayê 5 moşekên katyûşa ber bi herêma kesk ve hatin avêtin û 3 ji wan li Balyozxaneya Amerîkayê ketin û hat ragihandin ku kesek birîndar bû.

Back to top button