Pentagon: Operasyonên me yên li Sûriyê bi hevkariya QSD’ê vegeriya mîna berê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Amerîkayê General Kenneth Mackenzie ragihand ku çalakiyên wan ên li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê bi hevkariya QSD’ê vegeriya mîna berê.

Li gorî rojnameya Washington Post, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Amerîkayê General Kenneth Mackenzie diyar kir ku çalakiyên wan ên li dîjî DAIŞ’ê li Sûriyê vegeriya mîna berê.

Kenneth Mackenzie da zanîn ku hêzên Amerîkî her hefte bi alîkariya QSD’ê 3-4 çalakiyên hevpar li dijî DAIŞ’ê pêk tînin.

Kenneth Mackenzie diyar nekir ku wê heta kengî hêzên Amerîkayê li Sûriyê bimînin û got: “Bi rastî ez nizanim heta kengî em ê li vir bîminin, ji bilî domandina kar bi hevkarên me li wir ti agahî li cem min tune ne.”

General Kenneth Mackenzie di bersiva pirsên rojnamevanan de daxuya kirin ku hêzên çekdar ên Amerîkî li gorî pêşveçûnên li heremê tevdigere û armanca wan a sereke tunekirina DAIŞ’ê ye.”

Back to top button