Ji ber êrîşan dewleta Tirk yên dagirker li ser gundên Êzdî û Xiristiyanan tên vala kirin

Ji ber êrîşên dagirker ên artêşa Tirk, hemû pêkhateyên herêmê bi qirkirinê re rû bi rû ne.
Ji destpêka şerê li Sûriyeyê, civaka Êzdî û Xiristiyan dibin hedefa êrîş û bombebaranên dewleta dagirker a Tirk.
Di êrîşên dawî yên dewleta Tirk û çeteyên wê de zêdetirî 23 gundên Êzîdî û Xiristiyanan hatin werankirin û bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn.

Piştî ku li Bakûr û Rojhilatê Surî êrîşên DAIŞ’ê û çeteyên Cebhet El Nusra û Ehrar El Şam dest pê kir tevî gelê kurd hemû pêkhateyên herêmê yên weke Suryanî, Êzîdî, Ermenî û Çerkes jî bi qirkirinê rû bi rû man.

Ji ber ku çeteyên ku hemû bîr û bawerî hedef girtin Êzîdî û Xiristiyan bi êrîşên hovanê re rû bi man û çeteyan xwestin bi darê zorê dev ji baweriyên xwe berdin.

Bi taybet jî li bajarê Waşûkanî Serê Kaniyê ku bi mûzayîka xwe ya netewan tê nas kirin gelek êrîşên bi vî rengî rû dan.

Salên 2012- 2013’an li Serê Kaniyê çeteyên dewleta Tirk Êzidiyên li gundên Esediyê, Der Dara û Cava kuştin û cenazeyê wan li pey erebeyan kaş kirin.

9’ê Cotmehê piştî êrîşên dagirker a artêşa Tirk û çeteyên wê dest pê kir, pêkhateyên li Serê Kaniyê careke kin bi kiryarên talan, kuştin û koçberiyê re rû bi rû man.

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk li Serê Kaniyê 14 gundên Êzidî û Xiristiyan hatin valakirin û bi hezaran kes koçber bû.

Gundên hatin valakirin wiha ne;

Can Temir ê Mezin, Sikeriya, Mirîkîs, El-Esediye, Dirdara, Cava, Seîd, Şêxhemûd, Xirbet Benat, Telîliye, El-Dirêî, Til Sexir û taxa Zeredeşt a li rojhilatê bajêr ku Êzidî lê dimînin.

Her wiha li Tirbêspiyê û Dêrîkê 9 gundên Êzidî û Xiristiyan ên bi navê Til Xatûnik, Zorava, Til Cîhan, Mele Ebas, Girkê Şamo, El-Hikmiye, Qesir Dîb û Birk ji ber topbarana dijwar vala bûn.

SEYDO: GUNDÊN ÊZÎDÎ Û XIRISTIYANAN YÊN LI SERÊ KANIYÊ WÊRAN BÛN

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Ilyas Seydo jî diyar kir ku ji ber bombebaran û êrîşên hovanê yên dewleta tirk û çeteyên wê gundên Xirbet El-Benat û Til Xenzîr ên rojavayê Serêkaniyê bi temamî wêran bûn.

ABDAL: EM BANG LI NY DIKIN KU GEL JI TERORA DEWLETA TIRK BIPARÊZIN

Hevserokê Mala Êzidî Ziyad Abdal jî bang li NY û rêxistinên mirovî kirin ku bi lez gelên herêmê ji terora dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin ku karibin kesên koçber bûne vegerin cih û warê xwe.

Leave a Reply

Back to top button