Wezîrê derve yê Rûsyayê: eger Şam û Enqere xwest, em amade ne lihevkirina adana nû bikin

Berî hevdîtina li ser mijara Sûrî ku wê di navbera Rusya û Tirkiye de pêk were, Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Lavrov anî ziman ku ew dixwazin di navbera aliyan de navbeynkariyê bikin.
Lavrov diyar kir ku ew dixwazin hem di navbera Kurd û rejîme, hem jî di navbera Tirkiye û Suriyê de diyalog pêk were.

Wezîrê Karê Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo Tirkiye û Suriye di çarçoveya peymana Adanê de banga diyalogê kir û got, “Eger pêwîst bike ji bo diyalogê em dikarin vê peymanê jî biguherin. ”

Lavrov anî ziman ku helwesta welatê wî ya der barê hebûna hêzên ne rewa li Sûriyê diyar e û ew vê yekê red dikin.

Her weha Lavrov diyar kir ku ew amade ne alîkariya Kurd û rejîma Sûrî bikin da ku danûnastaninan rasterast bi hev re pêk bînin.

Der barê mijarê de, endamê desteya rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ji Ronahî re TV re axivî û got:

Her tim Erdogan di daxuyaniyên xwe de eşkere dike ku ti rewabûna rejîma Esed nema ye, lê dema mijar dibe mijara Adana, ango binpêkirina mafên Kurdan, dibêje ez amade me ji ber ew li dijî hebûna Kurdan e.
Ev êrîş jî berdewamiya vê palanê ye

Ev plan xeter e û em wê weke parçeyekî van êrîşan dibînin.

Eger di axaftina xwe de cidî bin baş e û me dixwazin di nava me û Şamê de çêbibin û bigihên çareyekê û ne di rêya lihevkirinek mîna ya Adaneyê em amade ne

Leave a Reply

Back to top button