Pentagon: em difikirin ku hin hêzên xwe li Bakûr û Rojhilatê Sûrî bihêlin

Piştî ku Emerîka ji bo dagirkirinê destûr dabû Tirkiye, piraniya hêzên xwe yên li Bakûr û Rojhiatê Sûriyê jî vekişandibû.
Lê Pentagonê difikire ku hinek hêzên xwe yên li herêmên petrolê bihêle.

Wezîrê parastinê yê Emerîkayê Mark Esper ragihand ku ew ê hinek hêzên xwe li hin beşên Bakur û Rojhilatê Sûrî bihêlin.

Esper da zanîn ku ev gav ji bo misogerkirina parastina zevîyên neftê ye, ku ne DAIŞ, ne jî ti aliyên din dest deynin ser wan.

Wezîrê Emerîkî diyar kir ku ew hêzên xwe vedikişînin, lê hîna hêjmarek ji hêzên wan li gel hêzên QSD’ê li nêzî herêmên neftê kar dikin.

Li gorî Mark Esper, da zanîn ku îhtîmal heye van hêzên xwe nekişînin.

Leave a Reply

Back to top button