QSD: 34 operasyon dijî DAIŞ’ê hatin kirin 245 çete hatin girtin û 3 jî hatin kuştin

QSD’ê bilançoya 6 mehan a operasyonên dijî çeteyên DAIŞ’ê û berxwedaniya dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê eşkere kir.
QSD’ê eşkere kir ku di operasyonên dijî DAIŞ’ê de 245 çete hatin girtin, 3 çete jî hatin kuştin.
Hat diyar kirin di encama bersivdayîna şervanên QSD’ê ya êrîşên êrîşên li ser herêmê jî zêdetirî 50 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê bilançoya 6 mehan a operasyonên dijî çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê eşkere kir.

QSD’Ê diyar kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê ji hêla erdnîgarî ve, şerê li dijî DAIŞ’ê bi rengekî bihêztir dewam dike û da zanîn di heman demê de li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê ku dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne, berxwedaneke dîrokî tê meşandin.

QSD’ê derbarê encamên operasyonên dijî şaneyên DAIŞ’ê yên ji destpêka sala 2021’an heta niha ev agahî parve kir:

-“6 mehên destpêkê yên sala 2021′ an 34 oparasyon dijî DAIŞ’ê hatin kirin. Di encama van operasyonan de 245 çete hatin girtin û 3 çete jî hatin kuştin.

– Tûneleke çeteyan hate vedîtin û motosîkleteke bombebarkirî û du mayîn hatin rûxandin.

– Hejmareke mezin çek, cebilxane û mayînên ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin hatin desteserkirin.”

QSD: 206 caran gundên Eyn Îsa û Til Temirê hatin bombebaran kirin û 10 êrîşên bejahî pêk hatin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka salê heta niha 206 caran gundên Eyn Îsa û Til Temirê bombebaran kir û 10 êrîşên bejahî pêk anîn.

Navendê ragihand ku di encama bersivdayîna şervanên QSD’ê, şerên giran qewimîn û hewldanên pêşketina çeteyên dewlea Tirk hatin têk birin.

QSD: Di encama bersivdayîna êrîşan de 50 çete hatin kuştin

QSD’ê derbarê berxwedana dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Eyn Îsa û Til Temirê yên 6 mehên dawî de jî ev agahî parve kir :

– “Zêdetirî 50 çete hatin kuştin û 25 çete jî birîdar bûn.

– 2 erebeyên zirxî û 4 erebeyên doçka hatin rûxandin.

– Hejmarek mezin ji çek û cebilxane hatin deteserkirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di encama berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê de 14 şervanên wan jî şehîd bûn.

Back to top button