Feleknaz Uca: Biryara girtina Leyla polîtîkayeke ku Kurdan dike armanc

Parlamantera HDP’ê Feleknaz Uca diyar kir ku biryara girtina Leyla Guven polîtîkayeke û yek ji plana dewleta Tirk a armanckirina kurdan e da ku wan ji siyaset û parlamentoyê dûr bixe.

Dewleta Tirk ji bo pêkanîna plana xwe ya dûrxistana kurdan ji siyaset û parlamentoyê, serî li her rêbazê dide.

Berî her tiştî jî polîtîkayên binçavkirin û girtinê dixe dewrê..

Lewra Parlamanter HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Uca biryara girtinê ku derheqê hevseroka KCD û parlamentra Colemêrgê Leyla Guven de hatî dayîn, yek ji wan planan dibîne.

”Biryara girtina Leyla polîtîk e ku vîna kurdan dike armanc û hewl didin qirkirineke siyasî pêk bînin”.

Feleknaz Uca bi vê gotinê di hevpeyvînekê de li gel ajansa nûçeya ya ANHA`yê girtina Leyala şermezar kir.

Dewlet ji hêza jinên pêşeng ditirse, lewra wan dike armanc

Feleknaz diyar kir ku Leyla Guven kesayeteke jin a bi qedir e û ji bo pêkanîna aştiyê li Tirkiyê pêşengtî kir.

Parlamanter HDP’ê, balkişand ser armanckirina jinên siyasetmedar ên kurd û eşkere kir ku di hemû qadên têkoşînê û grevên birçîbûnê de, têkoşîn bi pêşengtiya jinan dihat meşandin.

Lewra li dijî TJA, rêxistina Rosa û rêveberên jin êrîşan pêk tînin. Bi vê yekê dixwazin nameyekê bidin jinan ku “ji siyasetê dûr bikevin.”

Leyla Guven jineke bi hêz e û hêzê dide tevahî jinan

Feleknaz anî zimên ku girtina Leyla, biryareke siyasî ye, lê ew jineke bi hêz e, 200 rojan ji bo rakirina tecrîdê ket greva birçîbûnê. Ew hêzê dide me, em jî bi têkoşîna xwe bi wê serbilind in.

Parlamanter HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Uca çalakiya greva birçîbûnê yê girtiyan jî silav kir û anî zimên ku ji her kesî tê xwestin ku bêdeng nemînin da ku çalakiyên grevên birçîbûnê bigihînin encamên xwe.

Back to top button